Serokê YNKê: Diyarkirina Parêzgarê Kerkûkê destkefta hemû kerkûkiyan e

Dewran Mehmûd 12/08/2024

Polîtburoya YNKê naveroka civîna îro ya derbarê serkeftina pêvajoya diyarkirina Parêzgerê Kerkûkê weşand û ragihand: Serkeftin ne tenê ya YNKê û kurdane, lê ya tevahiya Kerkûkiyan e.

Îro polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li Silêmaniyê derbarê serkeftina pêvajoya diyarkirina Parêzgerê Kerkûkê, bi serokatiya Bafil Celal Talebanî civiya û tê de tekezî li ser parastina şopa Damezirînerê partiyê û Serokê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî kir.

Di civînê de Bafil Celal Talebanî diyar kir, ev serkeftin tenê ya YNKê û kurdan nîne, lê destkeftiya tevahiya Kerkûkiyan e û got, YNK dê berdewamiyê bi têkoşîna Serok Mam Celal bide, ku hertim xwedî li mafê tevahiya pêkhateyên resen ên Kerkûk bi kurd, ereb, tirkmen û kirîstiyan derketiye.

Derbarê beşdariya pêkhateyên nekurd di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Bafil Celal Talebanî diyar kir, Dê hemû pêkhate di Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de beşdar bin û da zanîn, “Dê birayên tirkmen jî weke her pêkhateyeke din xwedî cihê hêja yê xwe bin û ti alî û kes nikarin dest bi ser mafê wan de bigirin.

Li aliyekî din Polîtburoya YNKê bang li tevahiya partî û aliyên beşdar di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de kir, ji îro pê ve nekokiyan bidin alî û hemû bi hev re tevlî pêvajoya rêvebirin, xizmetkirin û avedaniya Kerkûkê bibin.

Dewran Mehmûd

12/08/2024