Li Efrînê teqînek qewimî

Nûrhat Hesen 14/08/2024

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînek qewimî û li gorî agahiyan ziyanên canî çê bûne.

Çavkaniyekî ji Efrînê ji Kanal8ê re ragihand, bombeyeke pêvekirî bi otomobêlekê ve li nêzî xwaringeha Kebso ya li ser rêya Raco teqiya.

Tevê ku çavkaniyê nekariye xwe bigihîne encamên teqînê, lê Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand, du kes birîndar bûne.

Xwaringeha Kebso ya derbideran e ku ji derveyî Efrînê piştî sala 2018an hatine wî bajarî.

Nûrhat Hesen

14/08/2024