Koço; Gundek di navbera Hêvî û Kabûsa di Jenosîda Êzidiyan de asêmayî
Di Tebaxa 2014an de, gundiyên Koço, civakeke biçûk a Êzidî ye li Kurdistanê, 12 rojên teng xwe di nava bêbextiyeke tirsnak de girtin.
Dema ku DAIŞê li herêmê dihatin bombebarankirin, wan yek bi yek êrîşî gundên êzdiyan kirin, 1200 gundiyên Koço di nav tirs û xofeke berdewam de hiştin, nezanîn dê kengî dora wan were.
Di 3'ê Tebaxê de gundî ji dûr ve bi dengê çekan şiyar bûn. Lê belê êrîşa hovane ya li ser Koço, ji ber sedemên ku hê ne diyar in, pitir domand û êşa şêniyên wê dirêj kir. Heta di 15ê Tebaxê de niyeta rastîn a DAIŞê bi awayekî tirsnak eşkere bû.
Êzidî, ayîneke kevnar a kurdan e ji destpêka derketina perestinê li Rojhilata Navîn û tevî derbaskirina 73 fermanan, heta niha jî li ber xwe dane û bi çandeke zîndî li cîhanê deng vedane.
Kesên sax reviyan Çiyayê Şengalê yê bêber, li wir gelek ji bêhêziyê mirin, û di dawiyê de ber bi kampên demkî yên Duhok û Hewlêrê çûn. Deh sal şûnda, 200,000 Êzîdî hîn jî li van kampan dimînin, nikarin an jî naxwazin vegerin warê xwe yên wêrankirî.
Li Koço di destpêkê de rewş cuda bû. Lîwayeke Pêşmergeyên Kurd ku li Şingalê bi cih bûne, dema DAIŞ nêzîk dibe, alîkariya hin gundiyan kirin birevi Çiyayê Şingalê. Hin bi ser ketin; yên din hatin girtin.
Aliyê vê trajediyê ku kêm tê zanîn rola hevkarên herêmî bû. Berevajî baweriya berbelav ku çekdarên DAIŞê piranî biyanî bûn, lê gelek bi rastî xelkê deverê bûn, tevî cîranên êzidiyan.
Van cîranên ku bi qurbaniyan nas in, beşdarî komkujiyê bûn, ku ji ber nerînên kûr û îdyolojiya radîkal ên ji hêla DAIŞ ve hatî raberkirin.
Şahidiyên rizgarbûyî, yên ji hêla rêxistinên mîna Yazda ve hatine berhev kirin, eşkere dikin hin cîranan jî hişyarî dane êzidiyan ku berî êrîşan birevin, her çend gundiyan mezinahiya qirkirina nêzîk nirxand.
Tevî delîlên mezin, beşeke giring ji civaka Îraqî heye ku mezinahiya komkujiyê red dike an jî xirabtir, wan rewa dike. Piştî deh salan, civaka Êzidî bi şopên vê para hovane ya dîroka xwe re mijûl dibe.
15/08/2024