Şewata daristanên Îzmîrê berdewam e: 3,500 kesan warê xwe vala kir

Wêne: AA
Wêne: AA

Li gorî medyaya Tirkiyê, di encama şewata daristanên parêzgehên Îzmîr, Aydîn, Muxla, Manîsa û Bolûyê ya rojavayê Tirkiyê, zêdetirî sê hezar û 500 kesan bi neçarî cih û warên xwe vala kirine û hevdem heta niha jî şewata wan parêzeghan nehatiye kontirolkirin.

Bi sedema şewata navçeya Karşîkaya ya Îzmîrê, ku ji roja pêncşemê 15ê tebaxê ve dest pê kiriye, 78 kes birîndar bûne, ku 29 kes ji wan li jêr çareseriyê bijîşkan de ne.

Her wiha bi sedema şewatê 3 tax li navçeya Karşîyaka û Bayrakliyê hatine valakirin û 17 avahî şewtîne û 105 avahiyên din jî hatine valakirirn, lê ti zirarên canî çênebûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya jî daxuyakirin, “Bi sedema şewata Îzmîrê navçeyên niştecihbûnê li jêr metirsiyê de ne, ji ber vê yekê jî wan bi rêya AFAD, Cendirme û polîsan zêdetirî 900 welatî li cihê şewatê veguhastine."

Wezîrê Çandinî û Daristanan a Tirkiyê İbarhîm Yumaklî dazanîn, “Şewat ji liyê sê welatian ve ku çûne seyranê derketiye û li gorî medyaya Tirkiyê bi rêya helîkopteran hewla kontirolkirina şewatê tê dayîn.