New York Times: Îran ji bo misogerkirina agirbesta Xezeyê tolhilînê paş dixe

Rojnameya New York Times a amerîkî, ji zarê berpirsên Amerîka, Îranî û Îsraîlî da zanîn, dibe Tehran tolhilîna li Îsraîlê paş bixe, ji bo ku binesaziyekê ji bo pêkanîna danûstendinên agirbesta Xezeyê çê bike.

Li gorî rojnameyê pêwendiyek di navbera agirbesta Xezeyê û sînordarkirina bersivdayîna Îranê de heye. Hevdem li gorî hin medyayan, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu helwesta xwe nerm kiriye û derfetek daye danûstandindkarê xwe li Dewheyê.

Di wê çarçoveyê de Endamê Partiya Lîkudî ya Îsraîlê Eyûb Kara da zanîn, bandoriya Îranê li ser gotûbêjên gairbestê gelek e.

Kara hevdem ji ajansa Skye Newsê re ragihand, mijar tenê girêdayî Sinwar, Hemas û Libnanê nîne, eger Tehran nexwaze li navçeyê şer hebe, dikare bandoriyeke zêde li ser vê yekê bike.

Eyûb Kara daxuyakirin, Îsraîl xwedî potansiyela jinavbirina Îranê ye û  ji bo şer û aşitiyê jî amade ye.