8% qadên daristanên Şirnexê kêm bûne

Jîngehparêzên Bakurê Kurdistanê hişyariyê li ser birîna dar û daristanên parêzgeha Şirnexê didin û dibêjin ku di demek nêz de Şirnex dibe erdekî bêdar û daristan.

Hevserokê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Ednan Şenbayram di daxuyaniyekê de ji ajansa Mezopotamyayê re ragihand, “Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di çend salên bihûrî de bi sedema birîna daran, %8 qadên daristanên wê herêmê kêm bûne”.

Şenbayram daxuyakirin, “Birîna daran berdewame û dibe ku di demek nêz de parêzgeha Şirnexê bibe erdekî bêdar û daristan”.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, bi taybetî ji sala 2018an ve bi hinceta ewlehiyê rûbereke zêde ji daristanên Şirnexê ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine birîn, şewitandin û tunekirirn.

Hevdem rêxistinên parastina jîngehê hişyarî dane ku“bi sedema birîna daran û tunekirina daristanên navçeyên sînorî yên Bakurê Kurdistanê, di çend salên bê de metirsiya çolbûnê li ser wan navçeyan heye”