Genimê cotkarên Diyarbekirê nayê firotin
Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema buhayê kêm yê genim nêzî 2 meh in genimê cotkaran di destê wan de maye û nayê firotin. Cotkar dibêjin, "Buhayê destnîşankirî têra lêçûnê nake."
Li gorî medyaya Bakurê Kurdistanê, welatiyên navçeya Çinarê ya parêzgeha Diyarbekirê ji buhayê destnîşankirî yê genim nerazîne û nêzî 2 mehin genimê hejmarek cotkaran di nava zeviyan wan de maye û nayê firotin.
Li gorî agahiyan, buhayê ku ji bo kirîna toneke genim hatiye destnîşan kirin, 8 hezar û 500 lîre ye, ku ev jî têra lêçûna cotkaran nake û ji ber vê yekê jî cotkar nikarin genimê xwe bifroşin.
Li gorî zanyariyan sala bihûrî tonek genim bi 9 hezar lîreyan li cotkaran dihate kirîn, lê îsal bûye 8 hezar û 500 lîre, her wiha sala bihûrî buhayê mazotê 24 lîre bû, îsal bûye 44 lîre.
Cotkarên navçeya Çinarê diyar dikin, li hember krîza aborî ya Tirkiyê û buhayê kêm yê genim mexdûr mane û ji ber ku nikarin genimê xwe bifroşin, deyindar bûne.
17/08/2024