Şewatên Tirkiyê berdewam in: 4,000 kes veguhestine parastgehan

Wêne: AA
Wêne: AA

Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyê ragihand, 8 şewatên berfireh li bajarên wî welatî berdewam in û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî dazanîn, zêdetirî çar hezar kesa ji bo navçeyên parastî hatine veguhestin.

Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyê İbrahîm Yumaklî ragihand, di niha de heşt şewat çêbûne û çar ji wan bi awayek zêde berfireh bûne.

Hevdem Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya ragihand, tenê li Îzmîrê heta niha zêdetirî çar hezar kes ji bo navçeyên parastî hatine veguhestin û got, bi tometa vêxistina şewatan 14 kes hatine binçavkirin.

Yerlîkaya da zanîn, di nava du rojên bihûrî de 19 şewat derketine.

Parêzgarê Îzmîrê Silêman Elaban jî ragihand, li bajarokê Orlaya ya ser bi Îzmîrê bi sedema ketina kabloya elektrîkê şewat derketiye û ji bo parastina jiyana welatiyan, 400 avahî hatine valakirirn.