Li Merîwanê nêzî 20 zarok ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine gazîkirin

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di nava sê rojan de li bajarê Merîwanê nêzî 20 zarok û ciwan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine gazîkirin. Li gorî agahiyan, zarokên binçavkirî rastî êrîş û gefên tund yên hêzên ewlehiyê hatine û rewşa derûniya wan ne başe.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK)ê da zanîn, di 13,14 û 15 ê tebaxê de nêzî 20 zarok û ciwanên gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi tometa hevkariya partiyên opozisyon ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine gazîkirin.

KMMKê da xuyakirirn, temenê zarokên gazîkirî di navbera 13 bo 18 saliyê de ye, ku ji aliyê Îdareya Supaya Pasdaran ve ji bo çend demjimêran hatine binçavkirirn û gefên tund li wan hatine xwarin.

Li gorî agahiyan, yek ji zarokan bi awayek gelek tund hatiye tehdîd kirirn û rewşa wî ya derûnî ne başe û ji bo navendeke tendirûstiyê hatiye veguhastin.

Ev jî di demekî de ye ku li gorî rêxistina Hengawê di tîrmeha bihûrî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 92 welatî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine binçavkirin, ku 49 kes ji wan kurd bûne.