Rêxistinên ne-hikûmî daxwaza rawestandina şerê Dêrazorê kirin
Rêxistinên ne-hikûmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kirin şerê li parêzgeha Dêrezorê raweste û welatî vegerin warê xwe.
22 rêxistinên ne hikûmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin, heya dawiyê piştevaniya jinên Dêrezorê dikin ku di nava şer de dijîn û hêvî dikin, rewşa wan navçeyan aram bibe.
Rêxistinan di daxuyaniya xwe de balkişandin ser şerê ku ji 7ê tebaxê ve didome û di encamê de zêdeyî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî ji malên xwe derketin û daxwaza rawestandina şer kirin.
Rêxistinan bang li aliyê siyasî û leşkerî, Neteweyên Yekbûyî kirin, dev ji axaftinên dujminane berdin, şerê li navçeyê rawestînin û alîkariya rojhilatê Sûriyê bikin da ku jiyaneke çêtir ji bo xelkê navçeyê misoger bikin.
Hefteya derbasbûyî li parêzgeha Dêrezorê di navbera HSD û komên çekdar ên bi ser hikûmeta Sûriyê û Îranê ve, şerekî dijwar qewimî û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.
18/08/2024