Li Tirkiyê 9 kes bi tometa vêxistina şewatan hatine girtin

Wêne: AA
Wêne: AA

Ji koma 22 kesên ku di çend rojên bihûrî de bi tometa vêxistina şewatan li Tirkiyê hatibûn binçavkirirn, fermana girtina 9 kesan ji wan hatiye derxistin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç li ser tora civakî ya Xê ragihand, di navbera 12 bo 17ê tebaxê de, li ser biryara Dozgeriya Giştî ya parêzgehên Aydin, Muxla, Îzmîr, Manîsa, Dêrsim, Bolu û Uşakê 22 gomankar bi tometa vêxistina şewatan hatine binçavkirirn.

Tunç dazanîn, ji 22 gomanbaran, biryara girtina 9 kesan hatiye dayîn, 5 kes bi merc hatine serbest kirirn û yek ji wan jî piştî wergirtina îfadeyan hatiye berdan, her wiha lêkolîn li ser 7 ji gomanbarên din jî berdewam e.

Hevdem Fermangeha Pêwendiyan li Serokayetiya Komarê ya Tirkiyê ragihand, ji yekê çileya 2024an ve heta niha, pênc hezar û 314 şewat li Tirkiyê derketine, ku du hezar û 424 ji wan li daristanan bûne.