Li sînorê Hewramanê kolberekî Başûrê Kurdistanê hate kuştin
Emîr Sîraceddîn 19/08/2024
Li gorî agahiyên Kanal8ê duhî yekşemî 18ê tebaxê li sînorê Sîpey ya Hewramana Başûrê Kurdistanê kolberek bi navê Aram Xelîl bi gulebarana rasterast ya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, Aram Xelîl xelkê gundê Dere Mere ya ser bi navçeya Biyare ya Başûrê Kurdistanê ye û cenazeyê wî ji bo nexweşxaneya Xurmalê hatiye veguhestin.
Hevdem li gorî rapora malpera Kolber Newsê, di şeş mehên destpêka Îsal de, li sînorê Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 270 kolber hatine kuştin û birîndar kirin, ku 20 ji qurbaniyan zarok bûne.
Emîr Sîraceddîn
19/08/2024