Balyozê Tirkiyê: Derketina hêzên biyanî ji Sûriyê rewşê careke din têk dide

Balyozê Tirkiyê li Tehranê diyar kir, Enqere hevî dike Îran di asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Sûriyê de roleke avaker bilîze.

Di hevpeyvîneka bi ajansa Tesmîmê re Balyozê Tirkiyê yê li Tehranê Hîcabî Kirlangiç ragihand, Enqere hêvî dike di asayîkirina pêwendiyên Tikiyê û Sûriyê de Tehran roleke avaker bilîze û got, “Rijdbûna Dîmeşqê li ser derketina hêzên biyanî dê rê li ber tevlîheviyên nû li wî welatî veke.”

Ev jî di demekî de ye Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler gotibû, “heta destûreke nû neyê nivîsandin, hilbijartinek bi beşdariya hemû aliyan neyê kirin û ewlekariya sîronên neyê misogerkirin, ew ji Sûriyê dernakevin.”