Beşek din a dîroka Ûrartûyan li keleha Kefê hate dîtin

Di encama lêkolîn herî nû ya girûpeke şûnwarnasan de, li keleha Kefê ya parêzgeha Bidlîsê beşeke din a dîroka kevnar a desthilata Ûrartûyan hate dîtin ku yek ji wan cihê lingên 3 fîlane.

Di serdema Ûrartûyan de keleha Kefê tekane keleh bûye ku tê de ewqas kevirên volkanik hatine bikaranîn.

Dîroka vê kelehê ji bo serdema Ûrartûyan vedigere, ya ku li bilindahiya 2 hezar û 300 metreyan, li quntara çiyayê Sîpanê Xelatê hatiye avakirin.

Di çend rojên bihûrî de bi destûra Wezareta Çand û Geştiyariyê ya parêzgeha Bidlîsê, di encama lêkolînên hin şûnwarnasan de, beşek din a dîroka kevnar a Ûrartûyan di wê kelehê de hatiye eşkerkirin.

Em gelek caran rastî rengê şîn ên Ûrartûyî û seramîkên ku Ûrartûyan bi kar anîne tên. Me di beşa xwaringeha kelhê de kevirên hûrkirî û gelek hestiyên ajelan dîtin. Dibe ku li vir serjêkirina ajalan an jî merasima qurbanê hatibe kirin.

Şûnwarnas - Dr. Îsmaîl Coşkûn

Di xebata ku ji aliyê tîmeke şûnwarnasan ku ji 20 kesan pêk tê de derket, li salona herî mezin û herî bilind a kelehê de, cihê lingên 3 fîlan, kevirê çexmax, alavên jiyanî yên kevin, seramîk û hestiyên heywanan hatine dîtin.

Di serdema Ûrartûyan de ev tekane keleh bûye ku tê de ewqas kevirên volkanik hatine bikaranîn. Dibe ku wan keleh bi kevirên volkanik ku ji Çiyayê Sîpanê Xelatê anîne ava kirine. Niha em lêkolînên xwe li bilindahiya 2 hezar û 300 metreyan dikin. Me di encama lêkolînên xwe de, cihê lingê 3 fîlan, kevirên çeqmxî, hestiyên ajalan û hin alavên din dîtin ku dikare bala geştiyaran bikişîne û ev jî ji bo keleha me pir girîng e.

Şûnwarnas - Dr. Îsmaîl Coşkûn

Li gorî agahiyan, belgeya herî kevin a ku amaje bi navê Ûratûytan dike, nivîseke ji Şelmanserê Yekê Paşayê Asûriyan e, ku ji bo sala 1274an a beriya zayîn vedigere.

Piştî lawazbûna desthilata aşûriyan li nîva yekê a sedsala 8ê ya berî zayînê, Împiratoriya Ûrartûyan desthilata xwe xort kir û bajarê Tûşpa ku heman bajarê Wanê ye kontrol kîrî niha bikine paytexta împratoriya xwe.