MSD: Nabe Sûriye bibe qada şerê hêzên navdewletî

Wehbê Romî 19/08/2024

Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê ragihand, nabe Sûriye bibe qada şerê aliyên navdewletî, bi taybetî Iran-Israîlê ku aloziya navbera wan piştî kuştina Serokê Polîtburoyê berê yê Hemasê Îsmaîl Heniye zêde bûye.

Hevseroka MSDê Leyla Qehreman da zanîn, nabe Sûriye bibe qada çareserkirina hesabên hêzên navdewletî.

Her wiha hevserokê MSD Mehmûd Mislet jî got, zehmete Enqere-Dîmeşq nêzî hevdu bibin, ji ber ku bi dehan dosiye di navbera herdû aliyan de hene ku zehmete zû bi zû bên çareserkirin, lê dema mijar Rêveberiya Xweser be wê her dû alî li hevdû bikin.

Çend roj berê şerekî dijwar li parêzgeha Dêrezorê qewîmî û li gorî daxuyaniyên MSDê, komên girêdayî hikûmeta Dîmeşqê êrîşî HSDê kirin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Wehbê Romî

19/08/2024