Sibê li Hesekê navenda şûştina gurçîkan tê vekirin
Kovan Hemîd 20/08/2024
Piştî nêzî heftiyek ji girtinê, biryar e sibê çarşemê dîsa navenda şûştina gurçîkan li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bê vekirin.
Li gorî North Press'ê, ji ber çêbûna hin pirsgirêkan li navenda paqijkirina avê ku ji bo proseya şûştina gurçîkan tê bikaranîn, ji heftiya bihûrî ve şûştina gurçîkên welatiyan hatiye rawestandin.
Rêveberiya Tendirustiya Hesekê ragihand, ew pirsgirêk hatiye çareserkirin û biryare sibê 21ê tebaxê navenda şûştina gurçîkan car din bê vekirin û bikeve xizmeta welatiyan.
150 nexweşên gurçîkan li navenda şûştina gurçîkan li bajarê Hesekê çareseriyê werdigirin û her roj 28 proseyên şûştina gurçîkan ji bo nexweşan tên kirin.
Kovan Hemîd
20/08/2024