Tirkiyê îro 8 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Wehbê Romî 20/08/2024
Gundê Gelaleyê li sînorê Mawetê
Gundê Gelaleyê li sînorê Mawetê

Saziya CPT ya amerîkî dibêje, tenê îro artêşa Tirkiyê 8 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Endamê Koma CPT ya Iraqê Kameran Osman ji Kanala8ê re axivî û diyar kir ku balafirên şer ên Tirkiyê, îro demjimêr 05.30an gundên Baskê Bêrîyan û Gundejor ên girêdayî navçeya Çomanê bombebaran kirine.

Herwiha da zanîn, îro demjimêr 06:48ê sibehê, balefirên şer ên Tirkiyê 4 caran çiyayên Birzût û Kilawe yên girêdayî gundê Gelaleyê yê navçeya Mawetê bombebaran kirin.

Kameran Osman got, di bombebaranan de ti ziyanên canî çênebûne, lê beşek ji daristanan şewitîne.

Artêşa Tirkiyê hejmareke zêde ya leşker û çekan derbasî Herêma Kurdistanê kirine û hejmarek xalên çavdêriyê jî danîne.

Li gorî CPTê, îsal 5 welatiyên sivîl li çiyayê Garê, 3 li Sîdekan û yek jî li Silêmaniyê di encama êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Wehbê Romî

20/08/2024