Artêşa Îsraîlê termê şeş dîlgirtiyan li Xezayê dît
Wehbê Romî 20/08/2024
Îro sêşeme artêşa Îsraîlê ragihand, ku wan termê şeş dîlgirtiyên Îsraîlê li Xezayê dîtine.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsarîlê termê wan şeş kesan di tunelekê de li navçeya Xan Yunisê hatine dîtin ku navê yek ji wan dîlan Yoram Mezgereye û 80 saliye.
Artêşa Isaîlê dibêje berî demekê nûçeya jiyana ji dest dana şeş dîlan hatibû ragihand.
Roja 7ê cotmeha sala derbasbûyî 251 Israîlî ji aliyê tevgera Hemasê ve hatine revandin, piştî demeke kurt hejmarek dîl hatin rizgarkirin, lê heya niha 120 dîl di destê tevgera Hemasê de mane.
Wehbê Romî
20/08/2024