Tirkiye û Rûsiyê dewreyeke hevpar li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn
Emîr Sîraceddîn 24/08/2024
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand, hêzên wan piştî zêdetirî 10 mehan li Rojavayê Kurdistanê bi Artêşa Rûsiyê re dest bi dewreyên hevpar kirine.
Hevdem Wezareta Parastinê ya Tirkiyê da zanîn, dewreyên hevpar yên heta 5’ê Îlona 2023’an 344 caran hatibûn pêkanîn, ji ber rewşa elwekariyê hatin rawestandin, lê carek din di 22’ê tebaxa 2024’an de Artêşa Tirkiye û Rûsiyê bi tevlîbûna çar otomobîlan û 24 leşkeran li rojhilatê navçeya Serê Kanî û Girê Spiyê hatin destpêkirin.
Wezaretê her wiha da xuyakirin, dewreyên hevpar di çarçoveya lihevkirina 22’ê Îlona 2019’an de ku di navbera Tirkiye û Rûsiyê de hatine îmzekirin têne pêkanîn.
Dewreya yekê ya hevpar a navbera Artêşa Tirkiyê û Rûsiyê, di 1’ê mijdara 2019an de hatibû lidarxistin.
Emîr Sîraceddîn
24/08/2024