Li Sûriyê zêdetirî 36 hezar kes bi xemokiyê ketine
Di şeş mehên destpêkê yên îsal de li Sûriyê nêzî 10 hezar kes ku herî zêde jin in, bi xemokiyê (depresyon) ketine.
Serokê Saziya Tendirustiya Derûnî ya Wezareta Tendirustiya Sûriyê Ehmed Selame ragihand, ji destpêka îsal heya tîrmehê, li navçeyên desthilata hikûmeta Dîmeşqê 9 hezar û 699 kes ku piraniya wan jin in bi nexweşiya xemokiyê ketine.
Ehmed Selame diyar kir, di nava şeş mehan de pênc hezar û 355 jin û çar hezar û 344 mêr bi nexweşiyê ketine.
Li gorî axiftina Selame, bi giştî kesên ku li Sûriyê bi nexweşiya xemokiyê ketine 36 hezar kes derbas kirine.
Pisporên nexweşiyên derûnî dibêjin, ji ber qeyranên siyasî û aborî di nava 13 salên bihûrî de li Sûriyê, pirsgirêkên civakî zêdebûne û wê yekê bandorî li ser derûniya welatiyan kiriye.
25/08/2024