RÛMALA KANAL8'Ê

Kanal8 amareke derûnnasî ya girêdayî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê sererast dike

Dewran Mehmûd 25/08/2024
Dewran Mehmûd

25/08/2024

HATIYE NÛKIRIN / 25/08/2024
Kovan Hemîd

Li Sûriyê zêdetirî 36 hezar kes bi xemokiyê ketine

Di şeş mehên destpêkê yên îsal de li Sûriyê nêzî 10 hezar kes ku herî zêde jin in, bi xemokiyê (depresyon) ketine.

Serokê Saziya Tendirustiya Derûnî ya Wezareta Tendirustiya Sûriyê Ehmed Selame ragihand, ji destpêka îsal heya tîrmehê, li navçeyên desthilata hikûmeta Dîmeşqê 9 hezar û 699 kes ku piraniya wan jin in bi nexweşiya xemokiyê ketine.

Ehmed Selame diyar kir, di nava şeş mehan de pênc hezar û 355 jin û çar hezar û 344 mêr bi nexweşiyê ketine.

Li gorî axiftina Selame, bi giştî kesên ku li Sûriyê bi nexweşiya xemokiyê ketine 36 hezar kes derbas kirine.

Pisporên nexweşiyên derûnî dibêjin, ji ber qeyranên siyasî û aborî di nava 13 salên bihûrî de li Sûriyê, pirsgirêkên civakî zêdebûne û wê yekê bandorî li ser derûniya welatiyan kiriye.