TUÎKê parêzgehên hejmara şêniyên wan kêm û zêde dibin eşkere kir

Saziya Amaran a Tirkiyê parêzgehên di çend salên bê de hejmara şêniyên wan dê kêm an zêde bibin eşkere kir, di nava parêzgehên şêniyên wan kêm dibin de, parêzgehên Kurdistanî jî hene.

Saziya Amaran a Tirkiyê TUÎKê da zanîn, niha hejmara şêniyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 85 milyon û 372 hezar û 377 kese û tê pêşbînîkirin heta sala 2030ê bigehe 88 milyon û 188 jezar û 221 kesan.

Li gorî TUÎKê heya sala 2030ê 2 milyon û 815 hezar û 844 kes li şêniyên Tirkiyê zêde dibin.

TUÎKê eşkere kir ku bi giştî li 81 parêzgehên Tirkiyê, şêniyên 22 parêzgehan dê kêm û şêniyên 59 parêzgehan jî dê zêde bibin. Parêzgehên ku herî zêde hejmara şêniyên wan zêde dibin, Stenbol, Enqere, Antalya, Bursa û Kocaelî ne û parêzgehên ku herî zêde hejmara şêniyên wan jî kêm dinin, Agirî, Erzerom û mûşê yên Bakurê Kurdistanê û Çorum û Gûmûşhane yên Tirkiyê ne.