HSDê têkbirina Şaneyeke DAIŞê ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê têkbirina şanayeke rêxistina DAIŞê li derdora Hesekê ragihand.

Îro duşemî 26ê tebaxê, HSDê daxuyaniyeke belav kir û ragihand, li navçeya Sefyan a ser bi bajarê Şedadî li derdora Hesekê, hêzeke taybet a HSDê di operasyonêkê de şaneyeke DAIŞê girtin ku destê wan di kiryarên terorîstî de hebûye.

Li gorî daxuyaniya HSDê, operasyon bi alîkariya hêzên Hevpeymanan hatiye pêkanîn û di encamê de du çekdarên DAIŞê yên bi navên Îsa Heshas û Ebdula Mihemed hatine girtin.

HSDê destnîşan kir, di operasyonê de dest bi ser hejmarek çek û teqemeniyên DAIŞê de hatiye girtin.