Li bakurrojavayê Sûriyê neştergeriyeke zehmet bi ser ket

Nûrhat Hesen 27/08/2024
Wêne: Heme Sûr - Kanal8
Wêne: Heme Sûr - Kanal8

Li bajurrojavayê Sûriyê neştergeriyeke zehmet bi destê hejmarek bijîşkan li Nexweşxaneya Zîra ya Idlibê bi ser ket.

Serokê Komeleya Pijîşkî ya Sûrî – Amerîkî Emced Ras got, li wê nexweşxaneêa tîmeke bijîşkan neştergeriya kirîza mêjî bi serkeftî pêk anî.

Li gorî Emced Ras neştergeriya bêbandorkirina kirîza mêjî ya yekem e li bakurrojavayê Sûriyê serkeftî derbas dibe û li cîhanê tenê li nexweşaneyê pêşketî tê kirin.

Berê Rêxistina Pijîşkên Sînornenas diyar kiribû, piştgiriya bijîşkî li bakurrojavayê Sûriyê paş dikeve û hewcedarî zêde bûne.

Her wiha berê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî diyar kiribû, ji ber pirsgirêkên darayî 53 cihên tendirustî li bakurrojavayê Sûriyê di bin gefa girtinê de ne.

Nûrhat Hesen

27/08/2024