Li Tirkiyê 82 hejmarên platforma Xê hatin astengkirin
Bi biryara dadgeheke Tirkiyê û bi hinceta propagandeyê ji bo PKKê, 82 hejmarên platforma Xê li wî welat hatin astengkirin.
Dadgeha Cezayan a Gumuşhane biryara astengkirina 82 hesaban di platforma civakî ya Xê de da ku hesabê hinek rojnamevan û sîyasetmedarên kurd jî di nav de hene.
Di çarçoveya biryara dadgehê de hatiye gotin, ji bo parastina ewlehiya niştimanî û erf û edetên civakî, ew biryar hatiye dayîn, ji ber ku wan hesaban, ji bo rêxistinên terorîstî propagande kirinem behsa vê yekê jî hatiye kirin, tevahiya weşanên wan hesaban di bejewendiya rêxistinê de bûye, ku armanca wê gotinê, Pratiya Karkerên Kurdistanê ye.
Li gorî biryara Dadgeha Cezayan a Gumuşhaneyê, hesabên Xê yên rojnameya Yenî Yaşam, Serokê Senbolîk yê HDPê yê HDPê Ertugrul Kûrkcû, her yek ji rojnamevanan Denîz Tekîn, Oznûr Dexer, Perçem Mordenîz û Emberîn Zeman hatine astengkirin.
Li gorî agahiyên Komeleya Azadiya Bîr û Nêrînê li Tirkiyê, heya dawiya adara 2024an, zêdetirî milyonek malperên elektironî li wî welatî hatine qedexekirin.
27/08/2024