“Şer hêsan e, girîng avakirina aştiyê ye”
Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Cîhanî ya Aştiyê axivîn û ragihandin, "Şer hêsan e, îro li her cihekî şer heye, girîng avakirina aştiyê ye."
Li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê amadekarî ji bo lidarxistina çalakî û mîtîngan bi boneya 1ê îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê tê kirim. Bi taybetî li Stenbol, Diyarbekir, Wan û Îzmîrê mîtîngên gîrseyî dê bên lidarxistin.
Dayikên Aştiyê jî ku ji sala 1990an û vir ve her heftî ji bo avakirina aştiyeke mayînde li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyan li dar dixin, bi boneya 1ê îlonê Roja Cîhanî ya Aşiyê ji bo Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê axivîn.
Peyam ji aliyê Endama Rêxistina Dayikên Aştiyê Saniha Bozan ve hate ragihandin.
GIRÎNG AVAKIRINA AŞTIYÊ YE
Bozan da zanîn, li Tirkiyê hertim destê wan ê Aştiyê li hewa dimîne û got, ”Em dixwazin di 1ê îlonê de carekî din gotûbêjên aştiyê li Tirkiyê dest pê bikin. Îro li cîhanê li gelek cihan şer heye. Şer pir hêsane, lê ya herî girîng avakirina aştiyê ye. Bi wê sedemê divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Rewşa tecrîdê polîtîkaya şer kûrtir dike. Her wiha divê zexta li ser girtîyan jî bê rakirin.”
EM AŞTIYEK WEKHEV Û BIRÛMET DIXWAZIN
Li aliyekî din Dayika Aştiyê Bedia Gokguz derbarê 1ê îlonê axivî û diyar kir, ew weke Dayikên Aştiyê aştiyek wekhev û birûmet dixwazin û got, "Dema em daxwaza aştiyê dikin, dewlet teslimbûn û îxanetê li ser me ferz dike. Wiha dizane em van tiştan qebûl bikin dê aştî pêk were.”
31/08/2024