Tirkiye tedbîrên nû li hemberî Youtube digre
Hikûmeta Tirkiyê bi rêya tedbîrên nû, amadekariyan dike da ku wan mijaran sînordar bike yên ku di Youtubê de tên weşandin.
Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyona Tirkiyê Ebûbekir Şahîn dazanîn, tedbîrên me yên nû û civînên me bi Youtubê re ji bo girtina Youtubê nîne, berûvajî ji bo rêxistina wê ye û heta niha me destwerdan li naveroka ti mijareke Youtubê nekiriye.
Ebûbekir Şahîn Got jî, “Ji bilî mijar û weşanên take kesî yên Youtubê, hemû weşanên din jî li jêr çavdêriya desteya wan de ne”.
Şahîn ragihand, hemû kesên ku li Tirkiyê bi rêya Youtubê mijar û programan diweşînin, pêdiviye destûrê ji saziya wan wergirin û dazanîn, civînên wan bi Youtubê re berdewam in û niha pêşniyarên wan tên nirxandin, got jî, li benda bersiva berpirsên Youtubê ne.
Di dema bihûrî de hikûmeta Tirkiyê platforma İnstagramê daxist, lê piştî hejmarek ji hevdîtin û civînan digel berpirsên wê platformê, İnstagramê hin şertên wî welatî pejirandin û ji sînoradariyê hate derxistin.
02/09/2024