Hengaw: Di tebaxê de 94 kes li Îranê hatine bidarvekirin

Rêxistina Hengawê di rapora xwe ya mehane de amara bidarvekiriyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya meha tebaxê parvekir û dazanîn, di meha bihûrî de herî kêm 94 girtî di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine hatine bidarvekirin. 

Li gorî rapora Rêxistina Hengawê, rêjeya bidarvekiriyan li meha tebaxê li gorî tîrmehê %71 bilind bûye, ku 55 kes bûye. Her wiha %21ê bidarvekiriyan welatiyên kurd bûne.

Li gorî amarên rêxistinên taybet bi mafê mirovan ji 94 bidarvekiriyên meha bihûrî, nûçeya bidarvekirina tenê 6 kesan ji aliyê medyaya fermî ya Îranê ve hatiye parve kirin.

Rêxistinên mafê mirovan didin zanîn, piraniya wan girtiyan, bi tometa bazirganiya madeyên hişbir, hevkariya partiyên opozisyonê û çalakiyên civakî li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kuırdistanê hatine bidarvekirin.