Li Herêma Xweser rezên tirî bûye çavkaniyeke aboriyê

Wêne: ANHA
Wêne: ANHA

Rezên tiriyan niha li Herêma Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê bi giştî û bi taybetî li kantona Reqayê bûye çavkaniyeke girîng a aboriyê û ji bilî ku pêdiviya welatiyên navçeyê pêk tîne, ji bo tevahiya kantonên herêmê jî tê şandin.

Li gorî ANHA'yê, di çend salên bihûrî de li kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê, berhem anîna tirî bi awayek berbiçav zêde bûye û kariye him pêdiviyên welatiyan pêk bîne û him jî, cihekî girîng di nava aboriya xwecihî de bigre. 

Li kantonên Tebqa û Reqayê ji donimeke rezan 4 heta 6 ton tirî tê hilberandin û her kîloyek jî di navbera 4-6 hezar lîreyên sûrî de tê firotin, her wiha cûreyên tiriyan jî pêktên ji Qiralîçe, Horanî û Moskata ya îtalî.

Cotkarekî wê kantonê dibêje, “Di salên dawî de çandina darên rezan pêş ketiye û  berhemên wê ji bo tevahiya kantonên herêmê re tê şandin."