Serokomariya Tirkiyê: Hekîm Luqman li ser axivîna bi kurdî nehatiye kuştin
Serokomariya Tirkiyê ragihand, Hekîm Luqman li ser axivtina bi zimanê kurdî nehatiye kuştin, belkî li ser temaşekirina jinan hatiye kuştin.
Navenda Lihemberderketina Agehiyên Şaş di Fermangeha Pêwendiyan li Serokomariya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de derbarê kuştina Hekîm Luqman welatiyê Duhokê li Stenbolê da zanîn, “Ew daxuyaniya qaşo Hekîm Luqman li ser axivtina bi zimanê kurdî hatiye kuştin, ne raste ”.
Navenda girêdayî Serokatiya Komara Tirkiyê ragihand, “Di encama lêkolînan de derketiye, Hekîm Luqman û du geştiyarên din, bi du kesên din ku xelkê bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê bûne, li ser temaşekirina jinan şer di navbera wan de derketiye”.
Got jî, pêrevanê restoranê geştiyarên kurd di restoranê de derxistine û di wê demê de jî yek ji kesên ku bi wan re şer kiribû, bi kêrê Hekîm Luqman birîndar kiriye.
Serokatiya Komara Tirkiyê dibêje, zêrevanê restoranê û du ji gomanvaran ji cihê bûyerê reviyane.
Duh bazirganê kurd ê welatiyê Duhokê Hekîm Luqman di restoraneke Stenbolê de hate kuştin û hate zanîn ku li ser axivîna bi zimanê kurdî, ji aliyê 12 kesan ve êrîş ser wî hatiye kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
02/09/2024