Dermanxaneyên Rojava: Zêdetirî 3 meh in derman derbasî Herêmê nebûne
Dewran Mehmûd 04/09/2024
Bi gotina dermanxaneyên Herêma Xweser, ev zêdetirî 3 meh in derman derbasî herêmên Rêveberiya Xweser nebûne.
Nûçegihana Kanal8ê Stêra Nebî eşkere kir, ev zêdetirî 3 meh in ji aliyê hêzên girêdayî Hikûmeta Dîmeşqê ve rê nayê dayîn derman ji bo Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were hawirdekirin û ji ber wê yekê jî buhayê dermanan gelek bilind bûye.
Dermanxaneyên bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Kanal8’ê re eşkere kirin, berê ji navçeyên bin kontrola Hikûmeta Dîmeşqê ve derman dihatin derbaskirin, lê niha hêzên Hikûmetê û yên girêdayî wê nahêlin derman derbas bibin.
Herî dawî dermanxaneyan da zanîn, ji bilî buhabûna gelek zêde ya dermanan, gelek cureyên dermanan jî nayên bidestxistin.
Dewran Mehmûd
04/09/2024