UNICEF: Li 8 welatan zarok bi birçîbûnê re rû bi rû bûne
Elî Zalo 06/09/2024
Rêveberê Beşa Xwarin û Pêşkeftina Zarokan ya girêdayî UNICEFê ragihand, li 8 welatan, di nav de jî Sûriyê, zarok di rewşeke pir xerab de dijîn û got, di wan welatan de, zarok bi birçîbûnê re rû bi rû mane.
Rapora me ya Gerdûnî ya ku em îro behsa wê dikin, li heşt welatên weke Kamerûn, Çad, Cîbûtî, Haîtî, Sûdan, Uganda, Sûriye û Yemen, em hişyarî didin civaka navdewletî her ku diçe li wan welatan rewşa zarokan xerabtir û metirsîdartir dibe. Hevalên min ên FAO û WFP diyar kirin ku rewşa xwarinê ya li Xezayê yek ji herî rewşên giran e ku me heta niha dîtiye, yek ji girantirîn krîza xwarin di dîrokê de ye.
Rêveberê beşa Xwarin û Pêşkeftina Zarokan - UNICEF’ê Victor Aguayo
Elî Zalo
06/09/2024