Cotkarên kurd û tirkmen ên Kerkûkê daxwaza hilweşandina biryareke rejîma Beisê dikin
Kanal8 07/09/2024
Cotkarên kurd û tirkmen ên Kerkûkê bi Parlementerê Iraqê Xerîb Esker re civiyan û Nûnerê Cotkarên Kerkûkê Satii Nasih jî ji Kanal8ê re diyar kir, di civînê de pirsgirêkên zeviyên cotkaran hatiye gotûbêjkirin û got, wan daxwaz kiriye ku projeyasaya vegerandina erdên cotkaran di Parlementoya Iraqê de bê qebûlkirin.
Her wiha da zanîn, eger biryarên serdema rejîma Beis bên hilweşandin, pirsgirêkên wan jî çareser dibin.
Wî nûçeyên xweş dane me, înşallah dê bi cih werin. Li gorî soza wî û Parlementoya Îraqê, dê biryarê bi Parlementoyê bide vekişandin. Pêşnûme ketiye nav Parlementoyê de û tenê divê di pêvajoya dengdayînê re derbas bibe.
Nûnerê Cotkarên Kerkûkê Satii Nasih
Kanal8
07/09/2024