Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demsala xwendinê dest pê kir 

Elî Zalo 09/09/2024

Îro li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê demsala xwendinê dest pê kir, li gorî amarên nefermî, li Bakurê Kurdistanê 26 hezar xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine, lê tenê 10 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Platforma Zimanê Kurdî (PZK)ê jî dixwaze zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, tekez jî dike, têkoşîna wan ji bo pêşketina zimanê Kurdî berdewam dibe.

Demsala xwendinê li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdisranê dest pê kir, lê pirsgirêkên xwendina taybet ya Kurdî weke xwe mane, Platforma Zimanê Kurdî jî dibêje, zarokên Kurdî bi sala nû ya perwerdeyê re, dê careke din rastî asîmîlasyonê were û daxwaz kirin, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Di vê demsala destpêkirina xwedinê de, li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li gor agahiyan nezî 26 hezar xwendkaran daxwaz kiriye, beşdariyê di xwendina taybet ya zimanê Kurdî bibe. Li gor amarên saziyên sivîl yên Kurdan ku bi awayekî ne fermî hatine beavkirin, hejmara zarokên ku weneyên hilbijartî yên zimanê kurdî di sala xwedina sala 2024 û 2025 an de hilbijartin bi vî awaye ye.

Li Çewlikê 6 hezar û 230 xwendekar di perwerdeya bi zaraveya zazakî de beşdar dibin. Li Diyarbekir 5 hezar û 104, li Mêrdînê 4 hezar û 941, li Êlihê 3 hezar û 400, li Wanê 1757, li Şirnexê 1383, li Colemêrgê 1092, li Mêrsînê 650, li Agiriyê 500, li Bedlîsê 324, li Xarpêtê 132, liDersimê 282 û li Rihayê 483 xwendekaran xwendina taybet a kurdî bi zarave ya kurmancî hilbijartine. Tevî ku ev hêjmarên bi fermî ji aliyê wezaereta perwerdeyê ve bi fermî nehatiye ragihandin û piştrast kirin.

Hejmara xwendekarên ji bo zimanê kurdî serîlêdan kirine:

  • Çewlik 6 hezar û 230 kes
  • Diyarbekir 5 hezar û 104 kes 
  • Mêrdîn 4 hezar û 941 kes 
  • Êlih 3 hezar û 400 kes 
  • Wan hezar û 757 kes 
  • Şirnex hezar û 383 kes
  • Colemêrg hezar û 92 kes
  • Mêrsîn 650 kes
  • Agirî 500 kes
  • Bedlîs 324 kes
  • Xarpêt 132 kes 
  • Dêrsim 282 kes 
  • Riha 483 kes

Ev jî di demekê de ye li gorî amarên nefermî hejmara Kurdan li Bakurê Kurdistan ê di navbera 25-30 mliyon kesîye de ye û ji sala 2012 an ve weneyên hilbijartî yên zimanê Kurdî serbest in. Bi erêkirina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî di 26ê Çileya 2011an de, beşên ziman û wêjeya Kurdî li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlêk û Dêrsême hatin vekirin. Ji wê demê ve her sal nêzî 100 xwendekaran ango 100 mamosteyên nû yên weneyên kurdî xwendinên xwe bi dawî dikin, Lê hejmara mamostayên ku ji sala par ve hatin damezrandin gihişte 132’mamûstayan.

Elî Zalo

09/09/2024