Li Şirnexê 41 endaman, serok jî tê de, ji ÎYÎ Partiyê îstifa kir

Elî Zalo 14/09/2024

Serokê şaxa ÎYÎ Partiyê yê bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê Mihemed Yilmaz Îlçî, tevî 41 endamên din ji partiyê îstifa kir.

Serokê şaxa ÎYÎ Partiyê yê Şirnexê Mihmed Yilmaz Îlçî, ev du sal in weke serokê şaxa ÎYÎ Partiyê dixebite û di rûpela xwe ya X'ê de nivîsand ku wî û 41 endamên din yên wê partiyê bi awayekî fermî dest ji karê xwe berdane. 

Derbarê sedemên îstifakirina xwe û karên xwe yên siyasî yên di paşerojê de Mihemed Yilmaz Îlçî ti agahî belav nekirin.

ÎYÎ Partî yek ji partiyên siyasî yên Tirkiyê ye, ku di 25ê çileya 2017an de ji aliyê Meral Akşener ve hate avakirin, ku ji Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) cûda bîbû.

Elî Zalo

14/09/2024