Jineke bitemen a ku bi tirkî nizanibû li Nexweşxaneya Sêrtê nehat dermankirin
Jineke bitemen a bi navê Fatma Sumelî ji ber lawazbûna bihîstinê dema çûbû nêrîna li Nexweşxaneya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber ku bi tirkî nizanibû, nehat dermankirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, pêr 17’ê Îlona 2024’an, dayikeke kurd a bi navê Fatma Sumelî ji ber lawazbûna hesta bihîstinê, çûbû Polîklînîka Guh Bêvil Qirikê ya Nexweşxaneya Pewerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê da ku were dermankirin. Kurê wî Abbas Sumelî da zanîn, ji ber ku dayika wî bi tirkî nizanibû, bijîşkan testa SRT’ê ji wê re nekir.
Kurê dayika nexweş her wiha got, bijîşkê tevî redkirina pîvana nirxên SRT’ê, ji dayika wî pêşniyaz kiriye biçe Nexweşxanye Diyarbekir ango Êlihê.
Abbasî eşkere kir, bijîşkê ku li Sumelî nihêriye, li ser tebelya ku ji bo testa guh amade kiriye, ev nîşe nivîsandiye: “Nexweş ji ber ku bi tirkî nizanibûye nirxên SRT’ê nehatine pîvan.” Her wiha wêneyê tebeleyê nîşanî MA’yê da:
Deng nayê dayika min, em jî li ser vê yekê çûn nexweşxaneyê. Dema em çûn nexweşxaneyê me testa guhê wê kir. Ewilî bi amûrekê li guhê wê nihêrîn. Paşê bijîşk li diya min nihêrî. Xwestin em biçin nexweşaneyên li Amedê an jî Êlihê. Min li kaxezê ku dane me mêze kir, tê de ev dihat nivîsandin; ‘Nexweş ji ber ku bi tirkî nizane nirxên SRT’ê nehatine pîvan’. Me xwest em bi rêya werger bikin lê daxwaza werger nîne. Xwestin ez dayika xwe bibim cihekî din tedawî bikim. Li wir ên bi kurdî jî dizanibûn hebûn, em jî hebûn lê belê dîsa xwestin em biçin bajarekî din.
Kurê dayika nexweş, Abbas Sumelî
ME CAREK DIN DÎT XIZMETA TENDURISTIYÊ YA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ ÇIQAS GIRÎNG E
Vê bûyerê dîsa giringiya xizmetê ya bi zimanê dayikê derxist holê û pêdiviya tenduristiya bi zimanê zikmakî disepîne, Sumelî derbarê vê yekê wiha got:
“Dayika min ji ber tirkî nizanibû nehat tedawîkirin. Li Sêrtê bi piraniya xelkê kurd in. Bi piraniya extiyarên tên nexweşxaneyê bi tirkî nizanin. Divê ku li xelkê wisa nekin. Dema em daxwaza tenduristiya bi zimanê zikmakî dikin jî meseleya me tam jî ev e. Me carek din dît ku xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî çiqas girîng e.”
Sumelî da zanîn ku wan giliyê bijîşk ji Wezareta Tenduristiyê re kirine û got ku mafên wan ê tedawiyê hatiye astengkirin.
Testa SRT’ê ew yek e ku bijîşkê guh kontrola guh dike ango testa bihîstin û nebihîstinê ya nexweş dike.
19/09/2024