Dermana herî baş a ji bo çareseriya diyabetê çi ye?
Weke eşkere ye tekane rêya çareseriya nexweşiya şekir (diyabet)ê ya ji cureya yekemîn, Insulin e. Em ê di vê nivîsê de, behsa cureya duyemîn ya wê nexweşiyê bikin ku nêzî %95’ê kesên bi wê nexweşiyê dikevin, ji cura duyemîn e.
Pirsgirêka sereke ya diyabeta ji curê duyemîn, bi taybet di qonaxa destpêkê de, kêmiya rêjeya insulinê nîne, berovajiya vê yekê, pirsgirêk ew e ku laşê mirov li hemberî insulinê xwe diparêze û li hemberî wê, pergala parastinê çêdike.
Heta çend sal berê jî, ji bo çareseriya nexweşiya diyabetê ji sê komên dermanan zêdetir tunebûn, lê di van salên dawiyê de, hin komên nû yên dermanên çareseriya vê nexweşiyê hatin dîtin ku hinek ji wan pir buha ne. Mabesta min ji vê yekê ev e ku, merc nîne her dermanekê giran bûha baş be û her yek ji wan dermanan ji bo qonaxeke destnîşankirî tê bikaranîn.
Metformin yek e ji wan cureyên dermanan ku ev çendîn sal in ji bo çareseriya nexwerşiya diyabetê tê bikaranîn û buhayê wê jî gundw e. Lêkolîn vê yekê pirştrast dikin ku ev derman, dermanekê bi bandor e ji bo kontrolkirina wê nexweşiyê. Hemû navendên zanistî yên taybet bi nexweşiya diyabetê di wê baweriyê de ne ku her nexweşekê wê nexweşiyê ku nekariye bi xweparêziyê şekirê xwe kontrol bike, wê demê divê Metformin’ê weke yekemîn derman bikar bîne.
Mirov dikare beşek ji taybetmendiyên Metformin’ê di van çend xalan de destnîşan bike:
Mekanîzmaya karkirina dermanê Metformin’ê hinekê pirsgirêka sereke ya şekirê laş kêm dike û dibe sedema ku rêjeya ensolîna nava laşê mirov baştir kar bike.
Metformin, berovajiya beşeke zêde ya dermanên din yên vê nexweşiyê, nabe sedema zêdebûna kêşa laşê mirov ku ev pirsgirêk, yek e ji sereketirîn pirsgirêkên nexweşên vê nexweşiyê. Berovajiya dermanên din, hinek caran Metformin dibe sedema daketina kêşa laşê nexweşan jî.
Metformin, bi giştî dermanekê selamet e û tenê nexweşên ku gurçikên wan ji kar ketine, nabe bikar bînin, lewre berî ku nexweş vî dermanî bikar bîne, divê testa xwînê bike.
Beşek ji nexweşên ku dermanê Metformin’ê bikar tînin, tûşî zikçûn, serêş û verişînê tên û ji bo ku nexweş rastî van haletan neyên, divê destpêkê tenê hebekê digel xwarinê bikar bînin û hêdî hêdî di dema çend hefteyan de, di bin çavdêriya bijîşk û rênûmayiyan de, digel danên xwarinê ev heb bên zêdekirin û eger her pirsgirêkek di hezimkirinê de çê bibe, wê demê dikare dermanê ji curê Metformin SR bê bikaranîn, ji ber ku ev cureya Metformin'ê hêdî hêdî di nav endamên hezimkirina laş de dihele û pirsgirêka zikçûn û verişînê jî dêm dike.
Hebên ji curê Metformin, 500 mg, 850 mg û 1000 mg'ên wê jî hene. Dikare ev cureyê hebê digel dermanên din yên diyabetê hatibe têkilkirin û di nava hebekê de hatibe bikaranîn. Heba Metformin ya 850 mg, dikare di rojekê de, sê caran digele danên xwarinê bê bikaranîn (xwarin).
Eger nexweşekî, rêjeya destnîşankirî ya Metformin'ê bikar anîn û hêj jî şekirê neşxwe daneke, divê di korsa dermanan de, dermanên din jî bê zêdekirin. Pêwîst e kesên bi nexweşiya diyabetê ketine, pişkinîna sê mehî bike ku bi (HbA1c) tê naskirin.
Metformin, ji bo jinên ducanî jî bêzirar e. Hineke lêkolîn jî wê yekê piştrast dikin ku Metformin metirsiyên tûşbûn bi penceşêra Kolon û Pankreasê jî kêm dike.
Dikare kesên di qonaxa berî pêketina nexweşiya diyabetê jî de ne, dermanê Metformin'ê bikar bînin, bi taybet eger nekare bi riya xweparêzî, spor û kêmkirina kêşa laş, rewşê kontrol bike. Lêkolînên di vî warî de, aşkere dikin, bikarhênerên dermanê Metformin di vê girûpa berî nexweşiyê de, nahêle bi wê nexweşiyê bikeve, yan jî pêketinê paşde dixe.
Xwendevanên hêja, ev zêdetirî 70 sal in dermanê Metformin'ê ji bo çareseriya nexweşiya diyabetê tê bikaranîn û dermaneke ku di dermanxaneyan de zêde û enrzane jî û bêguman bikaranîna her cure dermanekî divê di bin çavdêriya bijîşkên pispor de be.
23/09/2024