Hevşaredarê Wanê serdana navçeya lehiyê kir 

Elî Zalo 23/09/2024

Êkîbeke Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên Sera û Elbakê, serdana navçeyên zirarlêketî yên lehiya çend rojên bihûrî kir û ragihand, divê ew navçe weke navçeyên karesatbar bên naskirin û ji ber asêbûna erdnigriyê û tirsa rabûna lehiyan, şênî ji bû cihên parastî bên veguhestin. 

Hevşaredarê Bajarê Mazin a Wanê Ebdula Zeydan, di serdana gundê Qerehîsarê ya navçeya Sera û gundê Gulîk ên Elbakê ku di çend rojên dawî de ji ber baraneke xurt, lehî rabibûn û bibû sedema ziraran, daxuyakirin, hinek navçe ji hêla erdnigarî û rabûna lehiyan bikêrnehatine,  lewma divê şêniyên wan ji bo cihên parastî bên veguhestin. 

Her wisa Zeydan xwest, Rêveberiya Av û kanalîzasyonê demlidest reyan veke. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê daxwaz kir ku gundê Qerehîsar li navçeya Sera û Gundê Gulîk li navçeya Elbakê, wek navçeyên karesatbar bên ragihandin û di wê çarçoveyê de malbat bên veguhestin û şênî jî bên qerebûkirin. 

Bi taybet li gundê Qerehîsarê ev cara sêyê ye ku lehî radibe, me jî sê caran serdana vir kiriye, bila ez vekirî biaxivim, ji rûyê erdnigariyê şûna gund heta astekê ji bo jiyanê neguncav e, avahiyên hinek malan li ser riya lehiyê ne, Divê demlidest hikûmet vî gundî wek navçeya AFADê nas bike, da ku di wê çarçoveyê de şêniyên gund bên qerebûkirin û cihê niştecêbûna wan bê guhertin. 

Hevşaredarê Bajarê Mazin a Wanê, Ebdula Zeydan 
Elî Zalo

23/09/2024