Heyva Sor a Kurdistanê bersiva bangên kampa koçberên Girê Spî da 

Dewran Mehmûd 24/09/2024

Tîmeke bijîşkî ya Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê bersiva bangên Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî yên derbarê rewşa tendirustiya koçberan da. 

Hevseroka Kampa Koçberên Girê Spî Ezîze Hesen ragihand, piştî çar mehan ji rawestana navendeke tendirustiyê ya rêxistinan, Rêveberiya Kampê banga piştgiriya rewşa tenduristiyê kir û li ser bangewaziyê tîmeke bijîşkî ya gerok a girêdayî Rêxistina Heyva Sor a Kurdî kete tevgerê.   

Tîma bijîşkî ya Heyva Sor a Kurdî ku çend rojin dest bi xebatê kiriye dê li gorî peymanê heta sê mehên din bi awayekî demkî bixebite. Tîm ji bijîşkekî giştî, peristyareke jinan, şêwirmendê bijîşkî û dermanxaneyekê pêk tê. 

Rêveberiya Xweser di 22'yê Mijdara 2019'an de ji bo welatiyên ku ji Girê Spî hatine koçberkirin, Kampa Girê Spî hate avakirin ku niha nêzî 7 hezar koçber di kampê de dijîn. 

Dewran Mehmûd

24/09/2024