Du kesên êrîşî baregeha Partiya DEMê kiribûn hatin giritn  

Elî Zalo 29/09/2024

Du kesên ku li navçeya Sultangazîya Stenbolê êrîşî baregeha Partiya DEMê kiribûn ji aliyê polîsan ve hatin giritin. 

Rêveberiya Têkoşîna Diji Terorê ya Stenbolê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, du kesên ku bargeha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan li navçeya Sultangaziyê di 28ê Îlonê de gulebaran kirinbûn binçevkirine û piştî lêpirsînê her du kes li tawana xwe mikur hatine.  

Li gor agahiyên polîsan bi armanca windakirina şopa xwe li cîhê bûyerê, her du gumandabaran hejmarên  sexte bi otobîlên xwe ve girêdabûn. 

Elî Zalo

29/09/2024