Wezîrê Dadê: Lêpirsîna kuştina Narîn Gûranê gihişt qonaxa dawîn 

Kanal8 01/10/2024

Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç derbarê lêpirsîna Narîn Gûran a li Diyarbekirê hat kuştin daxuyanî da û ragihand: Pêvajoya lêpirsînê bi dawî hat" û destnîşan kir, piştî danezan bê amadekirin dê raya giştî jê were agahdarkirin. 

Tûnç di weşana zindî ya A Haberê de axivî û got, “Îfade tên girtin, raporên otopsiyê ji nû ve tên lêkolînkirin. Piştrastkirina DNA û encamên lêpirsîna sûc hatin bidestxistin.” Her wiha diyar kir, dîmenên kamerayan ên têkildarî bûyerê ji aliyê TÛBÎTAK'ê ve tên lêkolînkirin.  

Wezîrê Dadê anî ziman, Serdozgeriya Komarê ya ji bo dîtina kujeran rijd dixebite û got, "Kujerên Narînê teqez wê bên dîtin." Tunç bi bîr xist ku lêpirsîn nepenî ye û got, "Dema ev pêvajo bi dawî bû dê raya giştî jê were agahdarkirin." 

Kanal8

01/10/2024