Rêveberiya Xweser: Armanca Rizgarkirina Serêkaniyê û Girê Spî cihgir e
Rêveberiya Xweser diyar kir, biryara rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê armanceke cihgir e û dê ew welatiyên xwe bi ewlehî vegerînin ser mal û milkên xwe.
Rêveberiyê da zanîn, berdewamiya dagirkeriyê li Serêkaniyê û Girê Spî berdewamiya hişmendiya qirkirinê ye û geveka ji bo nelihevkirina sûriyan e.
Rêveberiya Xweser bang li welat û aliyên piştgiriya Tirkiyê û çekdarên wê dikin ku pêdaçûnekê bi siyasetên xwe bikin, her wiha ji civaka navdewletî kir lijneyeke lêpirsînê ya serbixwe ji bo belgekirina binpêkirinên li wan navçeyan dibin ava bikin.
Li gorî Rêveberiya Xweser hebûna Tirkiyê û çekdarên wê li Serêkaniyê û Girê Spî piştgiriya terorê dike û di nav de jî DAIŞ, ji ber wê dibîne dawîkirina hebûna wan li wir tê wateya belavbûna ewlehî û aramiyê.
09/10/2024