Gora Narînê hate vekirin
Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li Amedê winda bû, piştî 19 rojan cenazeyê wê hat dîtin. Parçeyên hestiyên Narîn ên ji bo otopsiyê şandin Stenbolê, piştî karên otopsiyê anîn Amedê û di gora ku cenazeyê wê lê hatibû veşartin de spartin axê.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de apê Narînê Salim Gûran ê ku şopa DNA'yê wî hat dîtin, Nevzat Bahtiyar ê li xwe mikur hat ku cenaze hilgirtiye û diya Narînê Yuksel Gûran û birayê mezin Enes Güran jî di nav de 12 kes hatin girtin.
Hestiyên ku ligel cenzayê Narînê yên hatin dîtin, piştî lêkolînên li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê dîsa anîn Amedê. Hestî bi wesayîta cenaze ya Şaredariya Bajarê Mezin birin goristana Taxa Çulî. Gor di bin tedbîrên giran ên ewlehiyê de hat vekirin, hestî hatin veşartin û piştre dîsa hatin nuximandin.
Di dema ku lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike, hûrgilî û geşedanên derbarê mirina Narîn Gûran de raya giştî gelek bandor kir.
09/10/2024