Ehmed Tirk: Em partiyeke Tirkiyê ne  

Elî Zalo 11/10/2024

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Ehmed Tirk bersiva daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Baxçelî da û diyar kir, divê em gotinên Baxçelî ne mezin bikin û ne jî biçûk û got, ji xwe di serî de em partiyeke Tirkiyê ne.  

Piştî ku Devlet Bahçelî çû refên endamên Partiya DEMê yên di parlamentoyê de, silav li wan kir û di daxuyaniyekê de û ragihand, "Destê ku wî dirêj kiriye daxwaz û pêşniyarek e , ew jî: Werin bibin partiya Tirkiyê, dijî terorê helwestê nîşan bidin û werin em bihev re biratiya xwe ya hezar salî bihêz bikin.” Ehmed Tirk ji rojnameya Sozcû ya Tirkiyê re ragihand, dema hûn dest pê dikin rastiyên Tirkiyê eşkere dikin û hûn êdî nabine partiyeke Tirkan. 

Ehmed Tirk got, divê rewşek were afirandin hemû aliyên siyasî bi hev re biaxivin û Kurdan jî famkiriye, pirsgirêka kurd bi rêya çekan nayê çaserkirin û divê gavên rast werin avêtin, ew di wê baweriyê de ye ti pirsgirêkê wê dernekevin holê. 

Elî Zalo

11/10/2024