257 kesên din ji Lubnanê vegeriyan navçeyên Rêveberiya Xweser

Elî Zalo 12/10/2024
Vegera Kocberan jı Lubanê
Vegera Kocberan jı Lubanê

257 kesên din ji Lubnanê vegeriyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hejmara kesên ku heya niha ji Lubanê vegeriyane 19 hezar kes derbas kirin.

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, îro 257 kesên din ji Lubnanê derbasî herêma wan bûne.

Maseya Krîzê eşkere kir ku bi vê yekê hejmara kesên bi sedema êrîşên Îsraîlê derbasî herêma wan bûne gihiştiye 19 hezar û 132 kesan ku di nava wan de 58 kes lubnanî ne û 19 cenaze jî derbasî herêmê hatine kirin.

Kesên ji Lubnanê tên, an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

Elî Zalo

12/10/2024