Heyva Sor a Kurd 94 rewşên penceşêra memikan tomar kirine 

Kanal8 18/10/2024

Hevya Sor a Kurd nêzî 100 rewşên penceşêra memikan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tomar kirine û hişyarî ji ber wê nexweşiyê dide. 

Cotmeha pempe weke meha hişyarkirina ji penceşêra memikan tê nas kirin, Heyva Sor a Kurd û Desteya Tendirusiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kampaniyaya hişyarkirina ji wê nexweşiyê kir. 

Di nexweşxaneya Heyva Sor a li Qamişloyê de ji 5 salan ve xizmetên dermankirina penceşêra memikan bê beramber pêşkêş dike. 

Li gorî pispora radyolojî ya nexweşxaneyê Warbîn Îbrahîm herku mirov zûtir keşfa nexweşiyê bike hêviyên çêbûnê zêdetir dibin, her wiha diyar kir, penceşêra memikan ne tenê bi jinan dikeve lê du rewşên mêran jî tomar kirine. 

Hevya Sor a Kurd sala 2022an 35, sala 2023an 35 û sala 2024an 24 rewşên penceşêra memikan tomar kirine. 

Kanal8

18/10/2024