Pyatt: Rawestandina hinardekirina petrolê berdewam nake 

Elî Zalo 18/10/2024

Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt ragihand, li Enqerê bi Serokê Herêma Kurdistanê neçîrvan barzanî re hevdîtin pêkaniye û got, Amerîka û Tirkiye li gel destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ne.  

Bi dîtina birêz Nêçîrvan Barzanî duh li Enqerê, herwiha min birêz Erdogan û Wezîrê derve yê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî, ez gelekî kêfxweş bûn. Amerîka û Tirkiyê dixwazin hinardeya petrola Herêma Kurdistanê destpê bike. Di konferansa Encûmena Atlantîkê de, min bihîst ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Hewlêr dixwaze hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike. Ez jî beşdarî civîneke di navbera Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdan de bûm, berî ku ez ji Ewropayê vegerim, ez bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re ligel Balyozê Amerîka li Enqerê John Bass civiyam û pê hesiyam ku hinartina petrolê ji derve hatiye rawestandin. Ji ber ku rawestandina hinartina petrolê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî xirab e, tenê aliyê ku sûdê jê werdigire qaçaxçiyên ku ligel grûpên neyarên Îraq li Tehranê petrola Herêma Kurdistanê dişînin Îranê ne. Ev xaleke hevpar a stratejîk a di navbera Waşîngton û Enqereyê de. Wek ku min behs kir min duh bi birêz Erdogan re hevdîtin kir û hêvîdar im di demeke nêz de di vî warî de gavên baş bavêjin. 

Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt
Elî Zalo

18/10/2024