Li Sûriyê zêdetirî 4,200 kes bi penceşêra memikan ketine 

Nûrhat Hesen 29/10/2024

Li Sûriyê penceşêra memikan zêde bûye. Di du salan de zêdetirî 4 hezar û 200 rewş hatine tomarkirin. 

Sedemên wê nexweşiyê gelek in û hemû sedem jî li Sûriyê tên dîtin û tevî vê yekê li wî welatî derman nayên dîtin. 

Nexweşiya penceşêra memikan di salên dawî de bi awayekî zêde li Sûriyê belav dibe û û di heman demê de li wî welatî ji ber qeyranê kerta aboriyê bi dijwarî paşketiye. 

Bi wê re jî derman li Sûriyê kêm dibin û nexweşiyên demdirêj bê derman dimînin. 

Nexweşiya penceşêra memikan yek ji wan e, hejmarên pêketiyan zêde dibin û gelek ji rewşan nikarin bên dermankirin.  

Hejmara pêketiyên penceşêra memikan sala 2023an 2,185 bûn û Îsal 2,056 pêketî hene û mehane 200 – 230 rewş zêde dibe 

Seroka Kombenda Sûrî ya Pijîşkên Kulan - Meha Menaşî 

Seroka Kombenda Sûrî ya Pijîşkên Kulan anku weremê Meha Menaşî ji medyaya hikûmeta Dîmeşqê re da zanîn, hejmara pêketiyên penceşêra memikan sala 2023an 2,185 bûn û Îsal 2,056 pêketî hene û mehane 200 – 230 rewş zêde dibe. 

Penceşêra mamikan piranî bi jinan dikeve lê mêr jî hinek caran lê gelek ji rêjeya jinan kêmtir pê dikevin. 

Rêjeya herî zêde jin pê dikevin ku %99 jin in û ji %0.5 bo %1 mêr in 

Seroka Kombenda Sûrî ya Pijîşkên Kulan - Meha Menaşî 

Meha Menaşî ya ku bi xwe jî rêvebera nexweşxaneya Bêrûnî ya li Dîmeşqê ye destnîşan kir, Rêjeya herî zêde jin pê dikevin ku %99 jin in û ji %0.5 bo %1 mêr in. 

Li Sûriyê welatî bi zehmetî dermanan ji bo nexweşiyên xwe dibînin, berpirsên Rêveberiya Xweser beriya nêzî 2 mehan ji Kanal8ê re diyar kiribûn, 150 depoyên dermanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û ji ber hikûmet dermanan derbasî herêma wan nake %40ê qasa windakirine û dermanê li gel wan tenê têra şeş mehan dike. 

MEDYAYA HIKÛMETA DÎMEŞQÊ: RÊJEYA HEJMARA JI NEXWEŞIYÊ ÇÊ DIBIN %70 BO %75 

Medyaya hikûmeta Dîmeşqê ragihand, li Sûriyê rêjeya hejmara ji nexweşiyê çê  %70 bo 75 e, lê di heman demê de sala 2024an 20 kesan ji ber wê penceşêra memikan jiyana xwe ji dest dane. 

Berê Hevya Sor ya kurd diyar kiribû wan di sê salên dawî de 94 rewşên penceşêra memikan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tomar kirin, lê ya xuya dike hejmar ji wê zêdetir e, li gorî agahiyan hejmarek zêde ji welatên tên xwe li herêma Kurdistanê derman dikin. 

Nûrhat Hesen

29/10/2024