Rûniştina doza kuştina Narîn Gurana 8 salî didome
Kanal8 09/11/2024
Rûniştina doza kuştina Narîn Gurana 8 salî di roja sêyemîn de berdewam dike.
Rûniştina destpêkê ya doza kuştina Narîn Guran, di roja sêyemîn de di bin tedbîrên berfireh ên ewlekariyê de didome. Doz li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin.
Ji bo bersûcên girtî ku ji dayika wê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar pêk tên, bi tawana “Bi awayekî komî û bêsedem kuştina Narînê” cezayê heta hetayî yê girankirî tê xwestin.
Serokên baroyan, rêxistinên jin û zarokan, gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl rûniştinê dişopînin.
Narîn Gurana 8 salî di 21ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Diyarbekirê hatibû kuştin.
Kanal8
09/11/2024