Li gundekî Rojhilatê Kurdistanê 200 hevwelatî jehirîn 

Kanal8 21/11/2024

Li gundê Kolê yê girêdayî bajarokê Dîwandereyê ya Sineyê, 200 hevwelatî jehirîn, hin ji wan çûbûn dawetê, lêkolîn hatiye destpêkirin û xwendin jî ji bo heftiyekê hate rawestandin. 

Cîgirê Ragirê yê Beşa Tendirustiyê ya Zanîngeha Kurdistanê Ferzam Bîdarpûr ragihand, hevwelatî ji ber jehirîbûnê bi navçûn, verişîn, ta û lerizê ketine, navçûna gelekan xwîn pê re hatiye. 

Li gundê Kolê yê sînorê nahiyeya Saralê dawetek bi beşdariya 940 hate girêdan, bi gotina Bîdapûr hin ji wan kesên tev li dawetê bûn jehirîn û ewên din ne beşdar bûn, ji ber wê jî dest bi lêkolîna li sedema jehirîbûnê hatiye kirin. 

Cîgirê Ragirê yê Beşa Tendirustiyê ya Zanîngeha Kurdistanê her wiha diyar kiriye, sedema jehirîbûnê ji bo egera xwarina wan mirîşkan vedigere yên di dawetê de pêşkêşî xelkê kirine, tevî ku van dawiyan ji ber baranê ava gundê şêlî bûue, dibe ev jî sedemek din a jehirîbûnê be. 

Bîdapûr got, heftiya bê dê encamên ezmûnan ên ji jehirîbûna xelkê wî gundî werin ragihandin. 

Temenê pêketiyan di navbera 5-50 salî de ye û piranî jî 5-18 salî ne û hatine dermankirin û heft kes jî di bin çavdêriya hûr de mane. 

Kanal8

21/11/2024